KNN Frequencies:
  • Nilesat: 10892 H 3/4 27500 - 11227 V 27500
  • Hotbird: 12380 V 27500
Şevê din Xoybûn'ê biryar dabû !!! ‌
  02/06/2014

Herçiqas xewa min nedihat û Agirî û helbijartin li bîra min bûn ( eger carek din dewlata dagîrker a Turk bi firt û fêlan Agirî qezenc bike !!!?? ). na Aştî wiha nefikire, ev çi bi te hatiye, tu ne yekî wiha reşbinî. - Nizanim çima ji demê ez ketîm nav ciyê xwe û ev fikir ji serê min dernakeve û bela xwe ji min venake !!! Ez ne yekî reşbînim erê . Tu min baş nas dikî !! Lê vaye ez ji tere dibêjim ku êdî ji bilî kurdan tu kes wê li Agirî desthelat ( hukim ) neke . Di ber xwendina pirtûka ( qeyran a bîrdoziyan ) re û dinava wan hizrên nexweş re, di demekêde xew bi çavê min ketiye lê nizanim çawa !! Dibe jî tenê çavên min girtî bin !! Lê na ez nivistî bûm !! Erê tenê yên nivistî xewnan dibînin. Min didît ku Jeneral Îhsan Nûrî PAŞA li pey wî komek şoreşgêr lê min tenê Memduh Selîm BEG naskir ji Çiyayê Ararat berev jêr daketin û alayê komara kurdî Agirî di destên nobedarê alayê de ye û dixwazin têkevin di nava gel de !? Ev çi dibe çima wiha dikin ? Ji xwe Min qet ev yek nedixwesit nizanim çima lê dîsan tirsek xwe avêt dilê min!? Ne jiber ku min nedikarî li hember Jeneral rawestim. Êrê min nekarî ew serok û rêber û rêzan bû û çeka wî bi milê wî ve bû, yekî dirêj û simbêl reş, birastî jî divê serok wiha bin. Tirsa a min ne ji kesê wî bû na tenê min rêz lê girit ji ber ku min ew pîroz dît ! Dibe ez bûm kesperêz lê tişt nabe çima ez nebim ew rêberek herî mezin ê kurdane xwediyê yekane şoreş a rewşenbîrane, ez jî bi wan re hinek pêngav meşiyam min xwe gehanid kêleka wî û min li çavên wî yên weke stêrkê li Agirî girtîn baş nêrî, hestek entîke li rex min peyda bû û min di dilê xwe de digot dibe ev çav Mîr ê Hemdem Celadet Bedirxan bibînin û ev ji min re dibe her tişt çavên ku min lê nerîn niha Mîr dibînin !!! Min debar nekir êdî û min li wan şoreşgêran nêrî çavên min ketin ser Memduh Selîm BEG ( ez pir pêre jiyame )'1 û ez ketim kêleka wî û jiber ku ez wî baş nas dikim min jêre got : Beg ê min ev hûn diçin kû ? Ma hûn nizanin dewleta dagîrker a Turk Agirî dagîr kiriye ji xwe dixwaze hûn ji çiyayê serbilind ê Agirî dakevin ji bo we hemûyan bigire û we bidarve bike ! Ev min pirr diêşîne ev gelê kurd hemû pê were şikandin , ez dikim nakim nikarim ya hûn dikin nakeve serê min ji kerema xwe ji Serik re bêje bila wiha neke !!! Memeduh Selîm Beg bersivek pirr ecêb da lawê min Xoybûnê biryar da ku em têkevin Agirî li Hawara gelê xwe biçin sibê şerek mezin wê li Agirî rûbide ya nexweş dîsan kurd ne yekin û tera û bera bûne her yek bi aliyekê de çûye !!! Erê tu çima matmay dimînî lawo ma eger ne wiha ba em ê daketina ji vî çiyayê Pîroz yê ku hembêz a xwe ji me re vekirî piştî van xwînxwaran welat li me kirîn agir û em mişext (sorgun) kirin. Mixabin zenga telefona min lêxist seat bû 9.30 xwîdan ez girtbûm lê mixabin ez ne li Agirî me hema ne li welatê xweme jî !!! Min êdî nezanî çi bi Jeneral Îhsan Nûrî PAŞA û Memduj Selîm BEG û wan şoreşgêran hat, gelo ketin Agirî ? Deqe bi deqe min facebook û Telefizyon di şopanid min got ez bizanim wê çi bibe gelo wê Agirî bibe agir berbe bedena dagîrkeran wan bike qirik ? Gelo dê Jeneral bi hêza xwe bikare ser bikeve yan wê bi tundî weku caran êrîş were ser û têk here !!! Na vê carê Agirî biryara Xoybûnê bicîanî û soza xwe nûkir dîsan ew warê serhildan û warê rewşenbîr û egîdan e . Agirî biryar da bikeve hembêza dayika xwe ( Kurdistan ) weke Amed û Mêrdîn û Hekarî û Şirnex û piraniya kekên xwe. Pîroz be li tevaye kurd û kurdistaniyan veger a Agirî vegera çiyayê Pîroz bi hêviya vegerîn a hemû axa Kurdistanê . 1- Ji romana Siya Evînê ( Memdûh Selîm BEG ) min nas kir.

Hollanda 1.Pûşper.2014

  1004

Zêdetir ...
  Devliken Kelogirî
  Ebdulqadir Bîngol
  Devliken Kelogirî
  Devliken Kelogirî
  Ebdulqadir Bîngol
  Husên Duzen
  Kakşar Oremar
  Husên Duzen
  Mihemed Ronahî
  Şêrko Ebdulah
  Tengezar Marînî
  Ebdulah Ocalan
  Huşyar Ebdulah
  Huşyar Ebdulah
123
Rûpelle‌ 3
Hejmara Mijarê
Email: [email protected]
Copyright © 2007 KNN. All rights reserved.